Tirkiye dibêje ji 2015an ve me 39 hezar çekdarên PKKê kuştine!!

turkey vs pkk-info

Dewleta Tirk bîlançoya zirarên canî yên PKKê yên 8 salan aşkere kirin û got ku ji tîrmeha 2015an ve, 39 hezar çekdarên PKKê hatine kuştin!.

Wezareta Parastina Netewî ya Tirkiyê îro roja pênçşemî 2/11/2023an bîlançoya zirarên rêxistina PKKê aşkere kir û got ku “li bakurê Îraqê û Sûrye jî tê da di hefteya dawîn da 87 çekdarên PKKê hatine kuştin. Jimara çekdarên PKKê yên di îsal de hatine kuştin derket 1802an, ji 24ê tîrmeha 2015an heta niha jî 39 hezar û 145 çekdar hatine kuştin”.

Her wiha destnîşa kir, di operasyona Pençe Kilîtê ya li bakurê Îraqê de jimara çekdarên heta niha hatine kuştin derket 630an.

Ji hêla xwe ve rêxistina PKKê jî her roj û meh bîlançoyên şerê xwe yê bi artêşa Tirkiyê re parvedike û her roj dibêje me bi dehan esker kuştine.

Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radghînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş