Ji duh ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, careke din welatî li pêş dergehên nanxaneyan kom dibin û qerbalixeke mezin di dabeşkirina nan de çêbûye.
Jêderên xwecihî ji bajarê Qamişlo dane zanîn ku rêveberiya PYDê dema pêxistina firnên nîv otometîkî kire danê êvarê de.
Serbar kirin: “Li pêş nanxaneyan qerebalixeke zêde heye û kirîzek di dabeşkirina nan de çêbûye. Welatî di noreyan de bi demjimêrên dirêj radiwestin”.
Li Rojavayê Kurdistanê kiwaltiya nan xerab e û nirxê wî jî buha ye û nerazîbûn û gazinên welatiyan di çarçoveya piştguhkirina rêveberiya PYD’ê berdewam in.