Cara yekemîne ciwanên kurd çalakiyeke bi vî awa li Bakurê Kurdistanê encam didin

Cara yekemîne ciwanên kurd çalakiyeke bi vî awa li Bakurê Kurdistanê encam didin

Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê li qada şêx Seîd de li hember raya giştî sond xwarin ku êdî ewê di hemû joyana xwe de tenê bi kurdî baxvin. Çalakiyeke weha cara ewle ku li Bakurê Kurdistanê pêk tê.

Berî sondxwarinê polîsan hewl da zanyariyan li ser çalakiyê wergirin lê endamên Platformê bi kurdî pirsên polîsan bersivandin û razî nebûn bi t awayî bi Tirkî berisva wan polîsan bidin.

Platforma Ciwanên Serbixwe ne girêdayî ti partiyekê ne û platformeke bi temamî serbixwe û nûye.

Li gor agahiyan, ev ciwan wê li Kurdistanê tax bi tax vê çalakiyê bikin.

Platforma ciwanên serbixwe bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî yên kurdî sond xwar.

 

Pustên heman beş