14 navçeyên çiyayî yên parêzgeha Şirnexê, wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatin ragihand.
Parêzgeha Şirnexê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, li dorûbera çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê, 14 navçeyên çiyayî wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatin ragihand û çûnûhatin û bo wan navçeyan heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
Navçeyên qedexekirî, di çarçoveya operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê de, berî niha gelek caran wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatibûn ragihandin.