PKKê di 21 rojan de 25 ciwanên Kurd da ne kuştin

25-ciwan-info

Rêxistina PKKê di 21 rojên rabûrî de, nasnameya 25 keç û xortên Kurd aşkere kir yên ku di sal û mehên berê de feda kirî û ji nû ve mirina wan ragihand.

Partîya Karkeran ji roja 21/10/2023 heya îro roja şemî 11/11/2023an, nasnameya 25 keç û xortên Kurdan aşkere kir ku di berxwedana xwe ya saxte de li sal û mehên berê da ne kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan kir.

HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesnê wan de dîsa bi rûqaymî gotîye: “Ew fedayên Apo û layqî Apo derketin!”.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan parvedike ku di salên berê de feda kirine û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin yên ku PKKê bi destê artêşa dewleta dagîrker dane kuştin û hêjan mirina wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş