Rêxistina PKKê îro nasnameya du Gerîlayên xwe aşkere kir ku du salan berê bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.
Partiya Karkeran îro roja yekşemî 12\11\2023an nasnameya du çekdarên xwe yên jin yên bi navê “Leyla Ehmed û Emel Mistefa” aşkere kir ku li 23 mijdara sala 2021an li Garzanê ya Bakurê Kuristanê, bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin.
PKKê paş derbasbûna du sal û mehekê ji nû ve mirina Leyla û Emel, îfşa kir û di pesnê wan de dîsa ew bi fedayên Apo nav kirine.
PKKe her roj wêneyên komên keç û xortên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, keç û xortên ku di sal û mehên berê de da ne kuştin û mirina wan bi veşartî hiştî.