Balafirên şer yên Amerîkayê li rojihlatê Sûryê êrşî girûpên ser bi Îranê ve kir û hejmareke çekdaran di êrîşan de hatine kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Amerîka Lloyd Austin ragihand ku balafirên wan du navendên ku artêşa Îranê û grûpên ser bi wê ve bikar tînin kirine armanc.
Lloyd Austin diyar kir ku ew êriş wekî bersivekê bûn ji êrişên wan grûpan ên li Sûriye û Îraqê yên li dijî Amerîkayê.
Austin eşkere kir ku wan navendeke rahênanê û cihekî ewlehiyê li Bokemal û Meyadînê yên li rojhilatê Sûriyeyê kirine armanc û got: “Ji bo Serokê Amerîkayê ti karek ji parastina canê leşkerên Amerîkayê girantir nîne. Êriş bi fermana rasterast a Biden bûne. Em dê ti carî ji bo parastina canê welatî û leşkerên xwe dudilî nebin”.