Neynewa.. Heşda Şebî kartên dengdayînê bi darê zorê ji welatîyan distîne

hashid-shabi-sinjar-election-info-iraq-kurdistan

Milîşyayên Şîe yên Heşda Şebî, ji boy hilbijartinên parêzgehan li parêzgeha Neynewayê, dest avêtîye komkirina kartên bayometrî yên dengdayînê û bi darê zorê ji endamên xwe û şênîyan distîne.

Çavkaniyên pêgeha DarkaMazî aşkere kirin, hemwexta destpêkirina pirobagandaya hilbijartinên encumenên parêzgehan, li parêzgeha Neynewayê Heşda Şebî ji boy xapandina gel û bi destxistina kartên wan yên bayometrî ketîye nava hewlên mezin de û li ser her çekdarekî xwe ferz kiriye 10 kartan ji kes û karên xwe werbigre, eger na wê ji refên heşdê were avêtin.

Li gorî agahiyên destê me, fermandarêtya Heşda Şebî ji şêniyên Neynewayê û navçeyên wê gotiye ku her kesî 100 kartên dengdayînê ji wan re dabîn bike, wê weke çekdar bi fermî di refên Heşdê de were wezîfedar kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî girêdayî mijarê agahî ji hinek şêniyên Neynewayê girtin û li gorî wan Heşda Şebî dest avêtîye kirîna kartên denigdayînê ji welatîyan û bi qasî 50 hezar dînaran ji boy her karteke dengdayînê.

Ev hewlên Heşda Şebî yên tirsandin û zêdekirina zexta li ser şêniyên Neynewayê, beşekî pîlana dagîrkirina îrade û dengê hemwilatiyên Deşta Neynewayê û dengên şêniyên Şengal û Zumarê ye, ji bo ku ev herêmên Kurdistanî bi temametî bikevin jêr hejmûna Heşda Şîe û Îranê û rewşa serbazî ya ku bi darê zûrê piştî bûyerên 16 cotmeha 2017an hatiye ferz kirin, were domandin.

Li Şengal û Zumarê Heşda Şebî alîkariyên Hikumeta Federal bi navê namzetên xwe parvedike

Ji dema rizgarkirina Şengalê ji terora DAIŞê ji hêla Pêşmergehên Kurdistanê ve û heya roja me ya îro, rêxistina PKKê ku niha bûye beşekî Heşda Şebî û Mîhwerê Miqawemê yê Îranê li Şengalê, xwe li Şengalê asê kiriye û bûye sedem ku beşa herî zêde ya xelkê Şengalê di kampên parêzgeha Dihokê de weke aware bimînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji boy xizmeta awareyên şengalê dewam di nava hewlan de ye, dewam banga Hikûmeta Federal dike ku alîkarîyan ji awareyên Şengalê re bişîne, lêbelê Hikûmeta Federal li pey vê banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehat. Îro jî bi destpêbûna pirobagandaya hilbijartinê, Hikûmeta Federal alîkariyên awareyan xistine jêr xizmeta Heşda Şebî û niha Heşda Şebî bi navê nazimzetên xwe wan alîkarîyan li ser awareyên vegerîyayî parvedike.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin ku li roja 2\11\2023an lîwaya 74an ya Heşda Şebî ji bo pirobagandaya namzetê xwe yê kota Êzdîyan 14 kamyon ji alîkaryên Hikumeta Federal şandine Şengalê, amir lîwayê 74an Mirad Şêx Kalu van alîkarîyan bi navê namzetê Heşdê Îdan Şivan Şêx Kalu li ser aware û şêniyên Şengal û Zumarê parvedike.

Pustên heman beş