Mîtê kuştina berpirsekî din yê PKK’ê li Silêmaniyê ragihand

Mîtê kuştina berpirsekî din yê PKK’ê li Silêmaniyê ragihand

Mîta Tirkiyê ragihand ku yek ji berpirsên payebilind yên PKK’ê li sînorê bajarê Silêmaniyê di operasyoneke taybet de kuştiye.

Saziya îstixbarata neteweyî ya Tirkiyê (Mît)ê Remzî Avciyê bi kodnavê “Çiya Amed” berpirsyarê Kerkûkê yê PKK’ê di operasyonekê de kuşt, navê vî berpirsê PKK’ê di kategoriya sor a dewleta Tirkiyê de hebû.

Li gor çapemeniya Tirkiyê û ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê, berpirsyarê eyaleta Kerkûkê yê PKK’ê Çiya Amed yê ku wek huseyn pîran tê nas kirin di operasyoneke Mîtê de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, Remzî Avcî di 1992an de tevlî refên PKK’ê bûbû, li Sûriyê û Îraqê ji aliyê PKK’ê ve berpirsatî bi wî hatine dayîn.

Çapemeniya Tirkiyê eşkere kir, Çiya amed di operasyoneka taybet ya Mîtê li bajarê Silêmaniyê hatiye kuştin.

Pustên heman beş