Grûpên çekdaran bi bihaneya piştevaniya Xezzeyê zeytûnên Efrînê didizin

Grûpên çekdaran bi bihaneya piştevaniya Xezzeyê zeytûnên Efrînê didizin

Çekdarên opozisyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, dest danîn ser 3870 darên zeytûnan û bi bihaneya piştevaniya Xezzeyê, bacê li cotkatan ferz dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, çekdarên grûpa “Sultan Murad” dest danîne ser 3300 darên zeytûnan li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê.

Li gorî Rewangehê, grûpên çekdaran herwiha dest danîne ser 300 darên zeytûnan li gundê Şêxorzê, 70 darên gundê Şêx Bila û 200 darên li gundê Dumilya.

Rewangehê da zanîn jî, Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê bi bihaneya piştevanîkirina li Xezzeyê, baca %2 li ser berhemên zeytûnan sepandiye û darê zorê wê bacê ji cotkaran distîne.

Li navçeya Şiyê jî çekdaran 16 darên zeytûnan ên welatiyekî ji gundê Xazyana dizîn û piştre ew dar birîn û birin.

Li gundewarê Efrînê jî, 125 darên zeytûnan, 100 darên hinaran û 18 darên gûzan ji aliyê çekdaran ve hatin birîn û dizîn.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran ve di Adara 2018an de, ji bilî tawanên kuştin, revandin, dizî û talana mal û milkên welatiyên Kurd, grûpên çekdaran dest danîne ser bi hezaran dar û zeviyên koçberên Kurd, zeyt û zeytûnan didizin û bacên giran li ser berhemên çandiniyê ferz dikin.

Herêma Efrînê ku bi darên zeytûnan naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, di çend salên borî de û li gorî medyaya navdewletî, berhemên zeytûnan bûne çavkaniyeke dahatê ji grûpên çekdar re.

Pustên heman beş