Li Wanê 4 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin

Li Wanê 4 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin

Parêzgahiya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, hemû cureyên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana konan û çalakiyên bi vî awayî, 4 rojan li Wanê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlehiya milî û tenduristiya giştî, parastina aramîya xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din, biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên din hatiye dayîn.”

Qedexeya çalakiyan demjimêr 00:00ê roja 17ê Mijdarê dest pê kiriye û 4 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin, ji bilî wan çalakiyên ku parêzgarî û qeymaqamtiyên navçeyan destûrê didin wan.

Ev qedexe di demekê de biryar e HEDEP, îro 18ê Mijdarê li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê zindanîkirî yê PKKê Abdullah Ocalan çalakiyan bike.

Pustên heman beş