Li Efrînê 19 kes di teqînekê de birîndar bûn

Li Efrînê 19 kes di teqînekê de birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek bi barhilgirekê de teqeiya û di encamê de 19 kes birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl a Sûrî belav kir, duhî danê êvarê li deriyê Elqos ê bajarê Efrînê, bombeyek bi barhilgerekê de teqiya û di encamê de 19 kes birîndar bûn ku di nava wan de 2 zarok hebûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, teqîn li deriyê Elqos ê bajarê Efrînê, li nêzî rêbendeke çekdarên opozisyona Sûriyeyê rû da.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama teqînê de kesek hat kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Pustên heman beş