Nasnameya 5 ciwanên ku PKKê li 2019 dayne kuştin, aşkere bû

pkk-hpg-kck-ciwan-info

Partiya Karkeran di 3 rojên rabûrî de, nasnameya 5 keç û xortên Kurd aşkere kir ku di sal û mehên berê de dane kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand.

Partîya Karkeran li rojên 16 û 18/11/2023an, nasnameya 5 keç û xortên Kurdan aşkere kir ku di berxwedana xwe ya saxte de li salên 2019 û îsal 2023ê dane kuştin û paş derbasbûna 3 salan ji nû ve mirina wan aşkere kir.

PKKê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesnê wan de dîsa bi rûqaymî gotîye: “Ew fedayên Apo û layqî Apo derketin!”.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan parvedike ku di salên berê de feda kirine û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin yên ku PKKê bi destê artêşa dewleta dagîrker dane kuştin û hêjan mirina wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş