Serok komarê tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, îro di civîna wezîrên welatê xwe de got: “me bi operasyona Çeng re rêxistinên cudaxwaz ji sînorê Îraqê dûr xistin û weke duh hişyariya “şevekê emê ji nişka ve werin” îro jî heye.
Erdogan, îro duşemê 20/11/2023’an di civîna kabîneya Hikûmeta Tirkiyê de ragihand, “bi operasyona ku li Bakurê Sûriyê me encamdayî, korîdora terorê ya ku li başûrê sînorên me dihat avakirin hat îmhakirin”.
Erdogan her weha got: “di hundir û dervey sînorên me de heta dawî terorîst ku welatê me tehdîd dike ji nav nebîn, emê operasyonên xwe bidomînin.”
Serok komarê Tirkiyê bas li Mûsil û Qudsê jî kir û ragihand, “di dilê me de Qerebax û Xezzeyê heman pêgeh heye, wek Heleb, Terablus û Mûslê, ku em nikarin wan ji hev veqetînin, her wiha em bajarê xweyê qedîm qudsê wekî wan dibînin.”