Berpirsekî PKKê yê nêzî Bahoz Erdal, tecawîzî keçeka 15 salî dike

hisen-kocer-qsd-hsd-sdf-pkk-hpg-kck-info-jpg

Tewan û bêexlaqiyên kadro û rêvebirên PKKê bi taybet tecawîza wan ya li ser keçkên zarok bi dawî nabin, herî dawî kadroyek î payebilind yê vê rêxistinê bi navê “Hisên Mihemed Hacî” tecawîzî keçeka 15 salî kir.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê agahiyên taybet derbarê tewana destdirêjîya fermandarê HSDê û kadroyê PKKê “Hisên Mihemed Hacî” bi navê kod “Hisên Koçer” bi dest xistine ku ev kes ji fermandarên herî nêz yên rêveberê PKKê Bahoz Erdal e.

Li gorî agahiyên destê me, kadroyê PKKê Hisên Koçer, li destpêka îsal 2023an tecawîzî keçeke 15 salî ya ji Reqqayê kirî ye, li ser vê tewanê hat desteser kirin û li zîndana Şedadiyê ya taybet bi kadroyên PKKê ve hat girtin.

Cezayê heta heta yê zîndankirinê bo Hisên Koçer hat dayîn, lêbelê ji ber ku ew ji kesên nêzî Bahoz Erdal yê rêveberê PKKê ye, li tîrmeha îsal 2023an Bahoz Erdal serdana zîndana Şedadî kirî ye û dema nîv saetê bi Hisên re rûniştîye û soz bi Hisên da ku wî ji zîndanê derxe, loma jî li 6 cotmeha îsal 2023an Hisên serbest tê berdan û vedger ser erka xwe.

Hisên Koçer ji hoza Mîranî ji gundê Suweydiye yê li Dêrka Rojava Kurdistanê ye, şivanê pez bû, li salên 2000an tevlî PKKê dibe û li çiyayên Başûrê Kurdistanê dimîne, piştî bûyerên 2011an berê xwe da Rojava Kurdistanê û li sala 2022an dibe fermandarê HSDê yê Mibincê û Reqqayê, weke alîkarê berpirsê HSDê li Reqqayê û Minbicê xebitiye.

Di noke da hejmareke kadroyên PKKê bê sûç hatine girtin û li zîndana Şedadîyê ne û hinek ji wan li hucreyên takekesî li jêr îşkenceyê ne ji ber ku tenê wan siyaseta PKKê ya li Rojava Kurdistanê rexne kirine, bêexlaqên weke Hisên Koçer jî yên ku tecawîzî zarokan dibin bi telîmat û fermanên raste rast yên rêveberên PKKê tên berdan û dibin fermandar û rêveber.

Pustên heman beş