Di çend rojên borî de 2 kolber ji sermayê, kolberek jî bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê mirin

Di çend rojên borî de 2 kolber ji sermayê, kolberek jî bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê mirin

 Di çend rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji ber sermayê qufilîn û kolberekî din jî ji ber gule rêşandina hêzên ewlehiya Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên kurd ên bi navên Rehman Meirufî yê xelkê Pîranşarê û Qesîm Kerîmî yê xelkê Soma û Bradostê li zozanên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînor ji ber sermayê reqbûn û qufilînû piştî çend rojan termên wan ji aliyê xelkê ve hatin dîtin.

Rehman Meirûfî kolberekî xelkê bajarê Pîranşar e û di dema kolberiyê de li bilindayiyên çiyayên Pîranşar ji ber sermayê req dibe û diqufile. Ev duyem kolbere ku vê heftiyê de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dide.

Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw duh 22.11.2023yê ragehand, termê Rehman Meirûfî yê kolber û xelkê gundê Gezgesk a ser bi bajarê Pîranşarê, termê wî li sînorê Ganpe ya wî bajarê ji aliyê çiyakêşan ve hatiye dîtin.

Rehman Meirûfî 32 saliye û bavê du zarokan e. Di dema kolberiyê de li zozanan winda dibe û ji ber sermayê req dibe û diqufile û jiyana xwe ji dest dide.

Qesîm Kerîmî jî kolberekî din ê kurd ê temen 23 saliye û xelkê gundê Fîruzyan a nêzîkî navçeya Soma û Bradost a bajarê Urmiyê ye. Ew jî di dema kolberiyê de li bilindayiyên çiyayên sînorê Bakurê Kurdistanê ji serma req dibe û jiyana xwe ji dest dide.

Ji aliyê din ve li sînorê Bane kolberekî temen 25 salî yê bi navê Esed Hesenpûr ji ber gule lê hatin rêşandin li ser sînor hat birîndar kirin û piştî yek roj mayîna li nexwaşxaneya bajarê Bane, jiyana xwe ji dest da.

Pustên heman beş