Li Kobanê bi dehan otombîl di sireyê de li pêş westgehên sotemeniyê rawestiyane

Li Kobanê bi dehan otombîl di sireyê de li pêş westgehên sotemeniyê rawestiyane

Hevdemê nerazîbûna welatiyan ji xerabûna rewşê ji hemû waran ve, li bajarê Kobanê kirîza sotemeniyê berferetir bûye.

Li gor parçe vîdiyoyeke ku çalakvanên ji Kobanê di sosyal medyayê de parve kirine, bi dehan otombîl di sireyê de li pêş westgehên sotemeniyê li bajarê Kobanê rawestiyane, û westgehan jî dergehên xwe bo wan ji bo wergirtina pişka sotemeniyê, venekirine.

Jêdereke taybet jî tekez kir: “Ku welatî ji kirîza sotemeniyê ne razî ne. Kirîzê bandor gehandiye hemû waran û bûye sedema paşxistina werza çandiniyê”.

Çendîn jêder di nav de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez dikin ku hevdemê kirîza sotemeniyê li navçeyên Rojavayê Kurdistamê, QSDê pişka Rêjîma Sûrî ji petrolê zêde kiriye.

Pustên heman beş