Çelik: Demsala îstismarkirina dengdêrên Kurd ji aliyê CHPê ve destpê kiriye!

Çelik: Demsala îstismarkirina dengdêrên Kurd ji aliyê CHPê ve destpê kiriye!

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya li navendê der barê rojevê da daxuyanî da.

Çelîk bersiva pirseke derbarê gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel da. Serokê CHPê di gotareka xwe de di derbarê kurdan de axivî û gotibû ku; Li Tirkiyeyê her kes wekhev e, lê Kurd kêm wekhev in’ û divê kurd jî şeredarên xwe hilbijêrin“ Çelik bersiva xwe de got: “Ev tê wê wateyê ku dema hilbijartinê ya CHP’ê ya îstismarkirina hilbijêrên Kurd dest pê kiriye.”

Çelik berdewama axavtina xwe de got: “Li ser van mijaran me têkoşîn da ku newekheviya di navbera hemû pêkhateyên Tirkiyeyê de ji holê rabe. Em ê rojekê ji we re bibêjin, em baş dizanin ku serokê me û hevalên me yên di vê têkoşînê de bi çi tehdîdan re rû bi rû mane, bi çi rîsk û xetereyan re rû bi rû mane, em ji kîjan cînayetên siyasî rizgar bûn û ev têkoşîn bi ser ket, raya giştî, her kes baş dizane. . Îro dema hilbijartinên herêmî nêzîk dibin, CHPê bi gotina Serokê xwe yê nû, ragihand ku demsala îstismarkirina dengdêrên kurd vekiriye. Ji bilî wê ti qîmeta wê peyvê nîne.”

Çelik vekirî da xuyakirin ku, ji bo pirsa Kurd dema hinek gav avêtin rasta astengên mezin hatine heta radeya ku hatine tehdîtkirin jî.

Pustên heman beş