Li Mêrdînê 67 kes hatin girtin

Li Mêrdînê 67 kes hatin girtin

Li Mêrdînê 67 kesên ku ji ber sûcên cûrbecûr firar bûn û hêzên ewlekariyê li wan digeriyan, ji alî ekîbên polîsan va hatin girtin.

Ekîbên Midûriyeta Polîsên Mêrdînê ji bo girtina kesên ku ji ber sûcên cûrbecûr firar kiribûn dest bi operasyonan kir.

 Di operasyonên navbera 20-26ê Mijdara 2023an de 1 kesê ku ji ber sûcên curbecur lê digeriyan û 1 kesê ku ji ber diziyê 15 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hatin girtin. 

Di operasyonan de li ser hev 67 firar hatin girtin ku 2 kes 10-20 sal, 11 kes 2-5 sal û 54 kes jî ji 2 sal û kêmtir cezayê girtîgehê girtine.  Ji kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 21 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin. Lêpirsîna kesên din ên li emniyetê dewam dikin.

Pustên heman beş