PKKê Bîrhat berî 3 salan kuşitbû û ji nû mirina wî aşkere bû

pkk-zarok-net-info

Rêxistina PKKê nasnameya çekdarekî xwe yê zarok aşkere kir ku li 2020ê berê wî dabû mirinê û ji nû ve ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja sêşemî 28\11\2023an nasnameya zarokekî Kurd yê bi navê Bîrhat Mîrpenc aşkere kir ku li 23 nîsana sala 2020ê li Xakurkê bi destê artêşa dewleta Tirk da ye kuştin û ji nû ve mirina wî îlan kir.

HPGê weke bi hezaran rêhevalên wî, berê Bîrhat ku temena wî 14 sale da ye mirinê û îro hatiye di pesnê wî de gotiye me ew jî fedayê Apo kir.

Bîrhat ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, hêjan di temena zaroktiyê de bû wexta ji hêla PKKê ve hatîye revandin, her di temena zaroktiyê jî de da kuştin.

PKKe zarokên Kurdan di şerekê bê wate de dide kuştin û piştire propagandayê bi xwîna wan dike, xwîna zarokên Kurdan li cem PKKê li wê demê bi rûmet dibe wexta ku ji boy Apo bê rijandin, beruvajî xwîna çi zarokên Kurd li cem PKKê wateya xwe tune.

Pustên heman beş