Termê 2 koçberên kurd li daristanên Bulgariyayê hatin dîtin

daristanên Bulgariya

Termê 2 koçberên Kurd yên ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li daristanên Bulgariyayê hatin dîtin.

Her yek ji Arif Tacdo Tahir û Mihemed Izedîn Tahir, beriya çend rojan bi armanca ku xwe bighînin Ewropayê, ji Tirkiyeyê derketibûn û di rê de pêywendî bi wan re hatibû birîn, îro jî mirî hatin dîtin.

Izedîn Tahir ku bavê ciwanê bi navê Mihemed e ji “ARK” re got: “Roja 16ê Mijdarê kurê min û birayê min Arif ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve derketin, lê ew di daristanên Sirbiya de asê man, îro jî termên wan li daristanên Bulgariya hatin dîtin”.

Izedîn Tahir da got jî: “Li gor zaniyariyên ku gihîştine me, ew ji aliyê polîsên Sirbiya ve hatibûn girtin, lê ta niha sedema mirina wan ne nayê zanîn.”

Herwiha got: “Em li benda lêkolînên Dadweriya Leşkerî ya Bulgariya ne, da ku sedemên mirinê diyar bikin.”

Ji ber rewşên ewlehî û jiyanê yên zehmet, pêla koçberiyê berdewam e, rojane bi dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewropayê, di rê de jî rastî hemû curên metirsiyan tên û hin jî canê xwe ji dest didin.

Pustên heman beş