Îran: Em ê kuştina 2 pasdaran li Sûrîyê bê bersîv nehêlin

Îran: Em ê kuştina 2 pasdaran li Sûrîyê bê bersîv nehêlin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro roja duşemê got ku ewê bersîva her êrîşekê bide, ya li dijî berjewendîyên wê li Sûrîyê bidin.

Kenanî wek di bersîva pirsekê ser êrîşa Îsraîlê ya hefteya borî got: “Her çalakîyek li dijî berjewendîyên Îranê û hêzên me yên şêwirmendîyê li Sûrîyê bê bersîv namîne,”

Medyaya fermî ya Îranê di 2yê Berfanbarê ragihandibû ku 2 endamên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê yên ku li Sûrîyê wek “şêwirmendên leşkerî” kar dikin, di êrîşeke Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gor Reutersê, piştî destpêkirina şerê li Xeza, ev qurbanîyên pêşîn yên Îranî ne.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ji destpêka îsal ve, “Îsraîl 56 caran axa Sûrîyê kirîye armanc, ji wan 41 êrîşên esmanî û 15 êrîşên bejayî, ku di encamê de nêzîkî 115 armanc hatine rûxandin ku di nava wan de depoyên çek û cebilxaneyan, navendên leşkerî û yên maşîneyên zirxîn hene.

Êrîşên Îsraîlî bi giranî komên ku Îran piştgirîya wan dike û endamên Hizbullaha Lubnanî, ji bilî çeperên hêzên rejîma Sûrî kirin armanc, lê Îsraîl piştî şerê bi Hamasê re yê 7ê Cotmehê, êrîşên li Sûrîyê tundtir kirine.

Îsraîl berpirsîya bombebaranê negirt ser xwe û kêm caran piştrast dike ku wê êrîş li Sûrîyê pêk anîne.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), di 8ê Mijdarê de, 3 çekdarên alîgirên Îranê di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li ser navendên Hizbullahê hatin kuştin.

Di meha Cotmehê de, di nav du hefteyan de êrîşên Îsraîlî çend caran firokexaneyên serekî yên Sûrî li Şam û Helebê ji kar derxistin.​

Li gor AFP ji dema êrîşa Îsraîlê ya 22ê Mijdarê li ser firokxaneya Şamê heta niha ji kar ketîye.

Pustên heman beş