Kesatiyê neteweperwer û endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) ji herêma Efrînê Zekeriya Mistefa koça dawiyê kir.
Kesatiyê neteweperwer û endamê Civata Herêmê ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyeyê Zekeriya Mistefa duh 04.12.2023yê, di 83 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Zekeriya Mistefa sala 1940ê ji dayîk bûye. Li sala 1958ê yanî salekê piştî damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyeyê, di 17 saliya xwe de tevlî wê partiyê bibû û yek ji endamên çalak bû.
Herwaha zêdetirî 60 salan di nav tevgera azadîxwaz a Kurdî de xizmeta gel û doza Kurdî kir.
Zekeriya Mistefa sala 1972ê ji bo cara yekem bû endamê Komîteya Navendî ya PDK – Sê li Sûriyê.
Ji ber kar û xebata xwe, Zekeriya Mistefa ji aliyê rijêma Sûriyê ve rastî gelek astengiyan hatibû û dezgehên ewlehiyê yên rijêmê hertim li dû wî bûn.
Îro roja Sêşemê, 05.12.2023yê, bi amadebûna hejmareke mezin ji siyasetvan û rewşenbîr û kesayetiyên Efrînê, termê Zekeriya Mistefa dê li goristana gundê Maratê bê veşartin.