Sê berpirsên YPGê li Dêrezûrê hatin kuştin

ypg-derazor-hsd-sdf-qsd

Sê berpirsên serbazî yên YPGyê di teqînekê de li Dêrezûrê hatin kuştin, yêk jê endamê Civata Serbazî ya Dêrezûrê ye.

Îro roja Çarşemê, 6ê Berçileya 2023ê, Dijeterora Kurdistanê ragehand, “Ji ber teqîna bombeyeke nûsandî bi erebeyeke çekdarên YPGyê ve, sê berpirsên bilind ên serbazî yên YPGyê li parêzgeha Dêrezûrê ya Sûriyeyê hatin kuştin”.

Li gor ragehandina Dijeterora Kurdistanê, ew rûdan piştî nîvroya doh roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, li nêzî zeviya petrolê ya Omer li parêzgeha Dêrezûrê qewimiye”.

HSDyê ji aliyê xwe ve ragehand, berpirsekî wan ê serbazî bi navê Ronî Welat ku herwesa endamê Civata Serbazî ya Dêrezûrê ye “di êrîşeke teroriatî de li rojhilatê Dêrezûrê” hatiye kuştin.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê çi ragehandinên fermî li ser vê rûdanê parve nekirine.

Pustên heman beş