Bi vîdyo – Balafirên şer 8 çekdarên PKKê kuştin

Di êrîşeke hewayî de ku balafirên şer yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê li dijî liv û tevgerên PKKê encam da ye, 8 çekdarên rêxistinê hatine kuştin.
Wezareta bergiryê ya Tirkiyê îro roja Çarşemî 6/12/2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî belav kir û tê de hat gotin ku balafirên şer nuqteyên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê kirine armanc û 8 çekdar kuştine.
Wezareta bergiryê ya Tirkiyê dîmenên êrîşê parvekirine, lêbelê nego kanê li çi devereka Başûrê Kurdistanê pêkhatiye û tenê go ku li herêma operasyona “Pence – Kilît” hatiye kirin.