Yekî Tirk dewleta Alman bi 45 milyon Euro xapand û reviya

Yekî Tirk dewleta Alman bi 45 milyon Euro xapand û reviya

Tirkê bi navê Orhan Unal ê 44 salî, ku li Almanyayê bi avakirina şîrketên xeyalî û dayîna fatûreyên sexte xezîneya Almanyayê 45 milyon Euro xapandiye, li her derê lê digerin.

Ligel ku tê texmînkirin Unal reviyaye Tirkiyê, daxwazên dewleta Alman yên ji bo alîkariya hiqûqî heta niha bê encam mane.

Tirkê bi navê Orhan Unal, ê ku li bajarên Frankfûrt, Mannheîm, Darmsadt û Offenbach ên Almanyayê bi avakirina şîrketên xeyalî û bi fatûreyên sexte 45 mîlyon Euro kom kir, 2 sal in ji aliyê polîsan ve nayê dîtin. Polîsên Alman guman dikin ku Unal bi pereyan reviyaye Tirkiyê.

Hat zanîn ku di vê mijarê de heta niha ji Tirkiyê tu alîkariya hiqûqî nehatiye kirin.

Hat diyarkirin ku Unalê 44 salî di navbera salên 2015-2019an de di 41 bûyerên cuda de bi rêxistinên sûcdar re şîrket ava kiriye, li ser navê kesên ku wek amûr bi kar tîne şîrket vekirine, li van deran wek midûrê giştî xebitiye û çavdêriya hatin û çûyîna hesabên bankê kiriye.

Orhan Unal bi rêya van şîrketan fatûreyên sexte standiye û her wiha bac jî nedaye.

Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Polîsan a Darmstadtê ji sala 2021an û vir ve li her derê li Orhan Onal digerin. Herweha di vê derbarê de Înterpol jî hatiye agahdarkirin.

 

Pustên heman beş