Her roj hinek ji kuştiyên veşartî yên di PKKê de aşkere dibin

pkk-ciwan-hpg-kck-turkey-kurd-net

PKKê nasnameya 3 çekdarên din yên rêxistinê yêk 5 salan berê hatiye kuştin aşkere kir û got wan li ser bingeha felsefa Apo şer kir û xwe feda kirin!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê weke her roj li rojên 8 û 10\12\2023an jî nasnameya 3 çekdaran aşkere kir ku li sala 2018ê û tîrmeha îsal 2023ê li l herêma Besta ya Bakurê Kurdistanê û her wiha devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatine kuştin.

HPGê xwîna van 3 ciwanan jî bi feda ji boy Apo dibîne û dibêje ew li ser bingeha felsefa Apo tevlî bûn û li ser wê xetê şer kirin û xwe feda kirin!.

PKKe her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku li sal û mehên berê di şerê xwe yê bê encam de feda kirîn û hêjan mirina wan veşartî maye.

Pustên heman beş