Li Zap-Avaşînê leşkerekî Tirk hat kuştin

Erîl Alperen Emîr

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, çekdarên PKKê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya çekdarên PKKê de leşkerê wan ê bi navê Erîl Alperen Emîr hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe ti agahiyên din nedan.

Her yêk ji artêşa dewleta Tirk û rêxistna PKKê li navbera çend rojan amarên zirarên canî yên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî medyayî li dijî hev di meşînin û yê ku zirara rastîn ya vî şerê bê wate dide, tenê gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş