Îro Roja Ala Kurdistanê ye

ئالایێ كوردستانێ-ala kurdistan-kurdistan flag

Roja 17ê Berçile wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, her sal ev roj bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li saziyên fermî û cihên giştî tê pîrozkirin.

Her çend e pêştir jî ala Kurdistanê ji aliyê çend partî û rêxistinan ve hatibû bilindkirin, lê beriya damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, di 17ê Berçileya 1945an de, yekem car Ala Kurdistanê bi fermî li ser şaredariya Mehabadê hat bilindkirin.

Di 22’ê Çileya 1946’an de jî, Komara Kurdistanê hat ragihandin û Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên komarê hat bilindkirin û ew roj di dîroka siyasî ya gelê Kurd de, weke qonaxeke girîng tê dîtin.

Piştî 59 salan, di 19/6/2009an de, Parlamentoya Kurdistanê bi yekdengî roja 17ê Berçile, wek Roja Ala Kurdistanê ragihand.

Wate û sembolên rengên Ala Kurdistanê:

Rengê Sor: Şoreş, xwînrijandina di şer de, wêrekî, hêz, wekhevî.

Rengê Zer: Ronahî, moral, agir.

Rengê Spî: Aştî, aramî, agirbest.

Rengê Kesk: Keskahî, welat, parastin.

Pustên heman beş