Daxuyaniya bêşermane ya Tevgera Azadî û çend peyvek

Daxuyaniya bêşermane ya Tevgera Azadî û çend peyvek

Tevgera azadî di roja 14/12/2023an de, daxuyaniyek derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê bi taybet parêzgeha Kerkûkê da, di vê daxuyaniya dûr û dirêj de ne bi tenê tevgerê bi yek peyv jî basî Kurdistanî bûna Kerkûkê nekir, berevajî hetta navê Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe de neanî û êrîşî wê partiyê kir ya ku Kerkûkê bi Kurdistanî dizane û berdewam hewl dide vê perçeya pîroz ya ji laşê birîndarê Kurdistanê bi îxaneteke reş hatiye qut kirin careke din vegerîne hembêza wilat.

Ya rast ev daxuyanî li ser navê tevgerê hat dayîn, daxuyanî bi xwe ji aliyê PKK’ê ve hatiye nivîsandin, tevger ku şaxa başûr ya PKK’ê ye di daxuyaniya xwe de bi qasî êrîşî PDK’ê kirî ewqas êrîşî dagirkerên Kerkûkê nekir, lê banga wê yekê ji alîgirên xwe re kir ku deng bi wê partiyê bidin yaku Kerkûka dilê Kurdistanê bi du destî teslîmî heşda Şebî û dewleta dagirkera Îraqê kirî.

Tevgera PKK’ê got; “em weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, li gorî nêrîn û paradîgmaya xweya ku dirûşmeya sereke aştî û jiyana hevbeşe, Kerkûk beşek ji kûrahiya stratejî, siyaset û rêxistina meye û di vê çarçoveyê de li gorî xwendina meya li ser rewşa nihaya Kerkûkê ev bajar di bin metirsîyeke nû deye. Xetek ku faşîzma etnîkî û olî bi destê faşîzma Ereb ya bi pêşengiya hinek Erebên Sunnî tê temsîlkirin û faşîzma Tirkmenan ya bi pêşengiya enya Tirkmen, herwiha faşîzma aliyê Kurd ya bi pêşengiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK’ê) ku rojev û ajandaya wê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tê amadekirin, heye. Ev xetên xeternak dixwazin Kerkûkê ber bi parçebûna dîrokî, çandî, siyasî, hunerî û civakî ve bibin. Herwiha bi hezaran sale netewên Kerkûkê bi hev re jiyan kirine ku ev jî beşek ji pîroziyên bajarê Kerkûkêye.”

Lê binêrin dema kesek yan rêxistinek bê şerm dibe dikare heya çi qasî dûr ji exlaq bipeyve û bêexlaqiyan belav bike, li gor “Tevgera Azadî” PDK’eya şer ji bo vegerandina Kerkûkê bo hembêza Kurdistanê dike, partîyeke faşîzme û bi tenê temsîla faşîzma kurdî dike, YNK’eya ku bi hevbeşî bi PKK’ê re di xîyaneta dîrokî ya 16ê Cotmeha 2017’an de Kerkûka dilê Kurdistanê teslîmî dagirkeran kirî, partîyeke ku nûneratiya hêz û îradeya wan dike, partîyeke ku derfetê dide wan hemûyan ku di pêşerojê de projeyên xwe pêk bînin, bêy goman jî projeyên wan bi tenê bindest kirina zêdetir ya xaka Kurdistanê û kole kirina zêdetir ya kurdane di bin siyaseta genî ya bi navê “Biratiya Gelan” de.

Bi faşîzm dane nasandina PDK’ê ku temsîla kurdên wilatparêz û azadîxwaz û dewletxwaz dike ev ne cara yekeme, ev metod ji serokê wan yê ku ji aliyê MÎTê ve hatiye perwerdekirin ji wan re maye, PKK’e bi tev rêxistin û rêxistinukên xwe ve bi tenê hewl dide soza serokê wan bi MÎTê dayî ji boy parastina Tirkiyê û asîmîlekirina kurdan di nava wlatên dagirker de bi cî bîne, ji boy îsbat kirina vê yekê jî em ne hewce ti vekolînên bi zehmetin, bi tenê li bîra xwe anîna axaftinên Ocalan yên dema di zindana Îmraliyê de ji nûnerê MÎTê re gotî, weke: “Barzanî xetere, ewê li gel Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê dewleta Kurdî damezrîne, lewma jî pêwîste Tirkiye û PKK’e bi hev re Hewlêrê dorpêç bikin”, besin ku mirov bizanibe merem û stratejîya PKK’ê û tev rêxistinên din yên di bin seywana wê de kar dikin çîye, mirov bi dîtina daxuyaniyên bi vî awa yên tevgerê qet şaş namîne, ji ber ku ev daxuyanî bi awayek raste rast temsîla xeta xîyanetê ya PKK’ê û serokê wê dikin.

Yên ku ji bo Tirkiyayeke demokratîk, ji boy xuşk û biratiya sexte ya gelan bi hezaran ciwanên kurd bi kuştin didin, yên ku ji aliyekê hewl didin Şengalê ji Kurdistanê qut bikin û bi perçeyek ji Îraqê dizanin, ji aliyê din jî navê bakur rojhilatê Sûriyeyê li parçeyek Kurdistanê dikin, yên ku bi navê dewletbûna Kurdistanê qels û har dibin, yên ku weke pirekî kar dikin ji boy derbasbûna leşkirên dagirkerên Kurdistanê, yên ku destên wan weke alê wan yê gemar bi xwîna kurdan sor bûyne nikarin şîretan li kurdan bikin û ji wan re bibêjin ka deng bi kê bidin.

Dibêjin kesê ku perdeya bê şermiyê ji dest dabe, êdî nema bikare şermê ji ti tiştekî bike, PKK’e jî wisaye, perdeya şermê ji dest daye û êdî peyva “şerm” di ferhanga wê de ti wateyeke xwe tuneye, loma jî her bêşermî û bêexlaqîyek ji PKK’ê û tev rêxistinokên din yên di bin seywana wê de kar dikin tê çaverêkirin.

Pustên heman beş