Bi sedema dengdayînê bi PDKê, PKKê hemleyên tirsandin û desteserkirinê li Şengalê destpêkirine

iraq-election-sinjar-pkk-pdk-kurd-yazidi-info

Çekdarên PKKê û milîşyayên wê yên li Şengalê, hemleyên mezin yên tirsandin û desteser kirina dengdêrên PDKê destpêkirine, bi rîya pêwendiyên telefonî jî gefan li gelê Şengalê û navçeyên wê di xwe û ji wan re dibêje: “Ji ber ku we deng bi PDKê da ye, emê tola xwe ji we hilînin”.

Paş ku parêzgeha Neynewayê ji girûpên terorîstî yên mîna Qaîde û DAIŞê rizgarbûyî, gelê Mûsilê û Deşta Neynewayê îsal di seqayekê aram û hêmin de dengê xwe di hilbijartinên meclîsên giştî ên parêzgehên Îraqê de dan, lêbelê li Şengalê rewş berevajî bû, rêxistinên PKKê yên li wir hemleyên berfereh yên tirsandin, desteser kirinê destpêkirin û gef li dengdêrên PDKê xwarin ku ewê tolê ji wan hilînin.

Çavkaniyên “Darka Mazî” yên li Şengalê agahiyên herî taybet derbarê vê hewla qirêj ya PKKê dest xistin, emê bi belge û nav û nîşan bixin ber çavan:

Li roja pêş hilbijartinê ango li 17/12/2023ê endamekî asayîşa PKKê bi jimara telefûnê ya (07501710590) pêwendî bi van kadroyên PDKê kirî ye:

Îdo Qasim Hisên / berpirsê hilbijartinan li Sinûnê û Dugurê.

Cindî Êzdîn Milhem / kyan siyasî ser bi lijneya Sinûnê.

Dexîl Simo / kyan siyasî û berpirsê yêk ji rêxistinên PDKê.

Wî endamê asayîşa PKKê ji wan re gotî ye ku heger ew li ser karê xwe yê bi PDKê re berdewam bin, wê werin revandin û wenda kirin.

Piştre li roja hilbijartinê ango li 18/12/2023ê endamekî “asayîşa Êzîdxanê” ku navê wî nehatiye zanîn hatiye cem kadroyê PDKê yê bi navê “Sindî Qero Ciyan” di nava bingeha hilbijartinê de li senterê nahiya Sinûnê û gefa kuştinê û şewtandinê li wî xwariye û jê xwest ku bingehê dengdayînê bi cî bihêle.

Li heman rojê 5 ciwanên Êzdî ji hêla “Asayşa Êzîdxanê” ve hatine desteser kirin ji ber ku wan ciwanan bangeşe ji boy namzedê xwe yê PDKeyî li komelgeha Xanesûrê û nahiya Sinûnê dikir, “asayîşa Êzîdxanê” vîdyoyên wan ciwanan li medyaya PKKê parvekirine û tuhmetên bê bingeh û bê bextî li wan kirine.

Li roja dengdayînê ango li 18 kanûnê, PKKê bi rîya çeteyên xwe yên rêxistinên “Ciwanên Şoreşger û asayîşa Êzîdxanê” li herêmên jêr nifoza PDKê, wêneyên dengdêrên PDKê digirtin, ji bo ku piştre werin tirsandin û îşkence dan, vê hewla PKKê tirseke herî zêde di nava gelê Şengalê de çêkir û bû yêk ji sedemên kêmbûna rêjeya dengdayînê li Şengalê û GirIzêr.

Her duh roja dengdayînê endamekî PKKê bi jimara telefonê ya (07856947357) gef li alîgirên PDKê yên bi navên “Micdil Maru kuştar û Herdan Qeyranî” xwarine û ji wan re gotiye: Ji ber ku we deng bi PDKê daye emê we siza bidin û nêzîke wê roja we were.

Hemwext endamekî hewalgîrîya PKKê bi jimara telefonê ya (07511810590) gef li hemwelatîyê bi navê “Hisên Celal Mirad” xwariye, ev kes karî wî şofêre û hatin û çûyînê li nêvbera Dihokê û Şengalê dike, endamê hewalgîrîya PKKê jê re gotiye ku heger ew kartên xwe yên dengdayînê ji wan re neşîne û dengî bi namzedê PKKê yê bi navê “Qasim Keşku” nede, ewê nehêlin careke din ew were Şengalê, her wiha wê were desteser kirin û wenda kirin.

Endamên hewalgîrîya PKKê her wiha li roja dengdayînê gefên raste rast li şêniyên gundên hêla sînorî ya Îraq Sûryê kirine ku dengî bi namzedê PKKê “Qasim Keşku” bidin, ji boy vê jî li roja dengdayînê PKKê kamîrayên çavdêriyê li nava bingehên dengdayînê vemrandine û endamên xwe xistine di nava bingehan de ji bo ku bi darê zorê dengê wan hemwelatîyan ji boy namzedê xwe qeyd bikin.

Li sînorê nahiya GirIzêr PKKê li roja dengdayînê mefreze çêkirin û hemleyên tirsandina hemwelatîyan meşandin û ji xelkê re digotin her yekê dengê xwe bide PDKê wê were desteser kirin û ceza kirin, evê yekê bandoreke xerab li rêjeya beşdarbûna hemwelatîyan di dengdayînê de kir ku rêjeyeka herî zor ji neçarî nikarîn biçin bingehên dengdayînê.

Pustên heman beş