Saziyên Civakî yên Îslamî jî xwedî li Şêx Saîd derketin

Saziyên Civakî yên Îslamî jî xwedî li Şêx Saîd derketin

Rêxistinên Civakî yên Îslamî yên Amedê bertek nîşanî axavtinên nijadperestî dan û xwedî li Şêx Saîd derketin.

Rêxistinên sivîl soza xwe ya ji bo bîranîna Şêx Saîd ragihandin Nîqaşên ku li Amedê li ser navê Bûlvara Şêx Saîd dest pê kiribûn berdewam dikin.

Li ser navê Saziyên Civakî yên Îslamî yên Amedê û Serokê Şaxa Egîtîm Bîr Sen’ê Ramazan Tekdemîr daxuyaniyek nivîskî ya hevpar dan.

Daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê “Şêx Saîd û doza wî rûmeta me ye” wiha ye:

“Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi navê Bûlvara Şêx Saîd dest bi avakirina bûlvarek nû kir, gelek sûcdarkirin û êrîşên zêde li ser şehîdan hatin kirin. Berî her tiştî Şêx Saîd Efendî xwedî bîranînek hêja ye ku di hiş û dilê gelê herêmê de bi rêzdarî tê bibîranîn. Divê bê destnîşankirin ku têkoşîna wî ya ku çarçoveya vê bîranînê ava kir, tucarî nayê jibîrkirin. Parêzger û parêzvanên pergala ku Şêx Saîd Efendî mecbûrî rabûna ser piyan kir, nahêlin navê şehîd jî bê gotin û îftira û heqaretan li wî dikin, belkî ji ber ku ji têkoşîna wî ditirsin“.

“Şehîdên me pêşengên me ne”

Saziyên Civakî yên Îslamî herweha di daxuyaniya xwe de gotin: “Divê bê zanîn ku Şêx Saîd Efendî û hevalên wî yên ku li hember zilm, fesadî û bêbaweriyê serî hildan û ji bo vê dozê xwe feda kirinn, rûmeta ummetê û bi taybetî jî rûmeta Kurdên misilman in. Ew şehîd û pêşengên me yên ku em bi serbilindî doza wan hembêz dikin. Em amaje dikin ku emê li dijî her bêhurmetî, heqaret û îftirayên ku li hember şehîdên me tên kirin, rawestin. Em dizanin ku her kesê dijminatiya şehîdên me û doza wan ya ezîz dike, dijminatiya me jî dike“.

Pustên heman beş