Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Di êrîşa PKK’ê de 6 leşkerên me hatine kuştin 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Di êrîşa PKK’ê de 6 leşkerên me hatine kuştin 

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê ragihand, hejmara leşkerên ku di êrişa PKKyê de hatine kuştin gihiştiye 6an û leşkerek jî birîndar e.

Li gorî hinek çavkanî û malperên nûçeyan yên xwecihî, van şer û pevçûnan li devera Bêsosinê ya navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê rû daye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku 2 cerdevan jî hatine kuştin lê wezaretê li ser cerdevanan ti daxuyanî nedaye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê berê ragihandibû ku di vê çalakiya gerîlayan de 4 leşkerên wan hatine kuştin 3 leşker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniyê leşkerên ku hatine kuştin Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglu, Yasîn Karaca, Emre Taşkin û Îsmaîl Yazici ne.

Hat îdiakirin ku di van pevçûnan de 4 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Herwiha li aliyê din, heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Pustên heman beş