Foza Yûsif: Êrîşên Tirkiyeyê li dijî yekîtiya xaka Sûriyeyê ye

Foza Yûsif: Êrîşên Tirkiyeyê li dijî yekîtiya xaka Sûriyeyê ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYDê derbarê êrîşên şeva borî yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê de dibêje, ew êrîş yekparçeyiya xaka Sûriyê dike armanc, lewma divê hikûmeta Sûriyê li hember Tirkiyeyê helwestekê nîşan bide.

Artêşa Tirkiyê şeva borî westgeha Seîda û Ewda yên petrolê li Tirbespiyê û westgeha petrolê ya gundê Bana Şikeftê ya li Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de ew westgeh ji kar derketin û gelek gund, bajarok bê elekîtirîk man.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derbarê van êrîşan de ragihand, êrişên dewleta Tirkiyeyê, qirkirina aborî ye û armanca wê guhertiya demografîk û koçberkirin e.

Foza Yûsif got jî: “Armanckirina binesaziyê, tawnake şer e û beşeke siyaseta erdê şewitî ye. Tirkiye pîvanên exlaqî yên şer binpê dike, ev yek îsbat dike ku di aliyê leşkerî û siyasî de têk çûye, ji ber wê êriş binesaziyê dike û jiyana sivîlan û jêderên enerjiye dike armanc.”

Got jî: “Ev êriş li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Divê hikumeta Şamê li hemberî dewleta Tirkiyeyê ya ku çavê xwe berdaye xaka Sûriyeyê, helwesta xwe zelal bike. Bêdengiya hikumeta Şamê tê wateya rewakirina êrişan.”

Herwiha Endama Desteya Hevserokatiya PYDê got ku helwesta hêzên navdewletî şermokî ne û bang li hêzên demokratîk ên li cîhanê kir ku li dijî siyasetên dewleta Tirkiyeyê derkevin.

Pustên heman beş