MÎTê kuştina berpirsekî PKK’ê li Kobanê eşkere kir

MÎTê kuştina berpirsekî PKK’ê li Kobanê eşkere kir

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragehand, di operasyonekî de berpirsê Kobanê yê bi navê Bahoz Efrîn hatiye kuştin.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya zimanê fermî ya dewleta Tirkiyê ye û ev agahî spartiye çavkaniyên ewlehiyê, berpirsê Kobanê yê PKK/YPGê yê bi navê Bahoz Efrîn ku ji sala 2021ê heta niha li wê herêmê berpirse, dema amadekariya li hember hêzên ewlehiya Tirkiyê pêkanîna çalakiyê de bûye bi operasyonekî hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê Bahoz Efrîn piştî ku PYD li Rojavayê Kurdistanê desthilatî xistiye dest xwe Bahoz Efrîn beşdarî rêxistinê bûye û sala 2019ê de wek berpirsê tabûr, piştre jî berpirsê eniyekî bûye. Herwiha ji sala 2021ê şûn de di rêveberiya herêmê de cîh girtiye û berpirsê Kobanê yê eniya Rojava erk wergirtiye.

Pustên heman beş