PKKê nasnameya 7 çekdaran ragihand

Xakurk, Zap, Metîna û Pêncwînê-net

Rêxistina PKKê di du rojên rabûrî de nasnameya 7 çekdaran aşkere kir ku ji destpêka vê mehê ve ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh û îro 24 û 25/12/2023an nasnameya 7 çekdarên xwe aşkere kir ku li rojên 23 û 8 û 3 vê mehê li herêmên Xakurk, Zap, Metîna û Pêncwînê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê di pesnê tevan de gotiye ew Apoyî bûn û ji boy Apo fedabûn.

Her yêk ji dewleta Tirk û rêxistina PKKê amarên du rojên rabûrî yên şerê xwe yê bê encam ragihandine, dewleta Tirk dibêje me 29 çekdarên PKKê kuştine, PKKe jî dibêje me 89 esker ceza kirine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî medyayî li dijî hev di meşînin.

Pustên heman beş