Li Manîsayê bi sedema PKKê 10 kes hatin desteserkirin

Mansia-PKK

Li parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê, bi sedema “endamtî û propagandaya PKKê” 10 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê, bi sedema ku “li derveyî welat xebatên çekdarî kirine û li ser medyaya civakî propgandaya PKKê kiriye” derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê da.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Manisayê duh di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Manisayê de dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de 10 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Manisayê.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “sedema PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş