Mijara Silêman Ehmed a RojNews û rastîyên wê

Mijara Silêman Ehmed a RojNews û rastîyên wê

Mijara Silêman Ehmed ê di nava PKK’ê de bi kodnavê “Serdem Efrîn” tê naskirin ku medyaya PKK’ê her roj weke mijareke girîng ji bo êrîşa li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kar tîne. Wekî dibêjin “pêşîk biçûk e lê meîdê mirovî têk dide”, meseleya Silêman Ahmet jî wisa bû ye. nexwe qed ne hêjayî bersivdayînê ye jî. Ji ber ku Silêman an jî wek Serdem di nav PKK’ê de tê naskirin, bi fermî ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin û piştî girtina wî, Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Duhokê daxuyaniyek da û ragihand ku Silêman ji ber karê neqanûnî hatiye girtin ne ji ber rojnamegeriyê.”

Lê mijara Silêman Ehmed nîşan bide ku PKK û ragehandina wê bi çi motîvasyonî êrîşî Herêma Kurdistanê dikin. Ragehandina PKK’ê weke navenda şerê xas li hemberî Herêma Kurdistanê sîyaseta kîn û xezebê dimeşîn e. weke bermahiyên Heşda Şebî tevdigere. Ragehandina PKK’ê gilîz ji devê wan tê xwar û bê navber êrişî demûdezgehên Kurdistanê dikin.

Silêman Ehmed Ne rojnamegere, êndamê îstixbaratê ye

Gelo ev Silêman Ehmed kî ye? Di rastiyê de Silêman Ehmed di nava PKK’ê de ne navekî pir girîng e. ji malbatekî Efrînî ye. di malbata wî de tevlîbûnên PKK-PYD ê hene.  Di sala 2018’an de tevlî Ajansa Hawarê  dibe. Di sala 2019’an de derbasî akademîya ragehandinî ya Gurbetellî Ersoz dibe û li wir 4 miha perwerde dibine. Di dawiya perwerdeyê de derbasî Silêmanîyê dibe û rojnameya PKK’ê a bi navê Rojnewsê de dixebite. Karê tercûma zimanê Erebî bo Kurdî dike. 

Her wiha li gel îstixbareta PKK’ê NLP (Navenda Lêkolînên Politik) dişuxile. ji ber ku nasnameya wî ya fermî ya Sûriyeyê heye, bi resmî diçe Rojava û tê. Yanî ew di bin navê rojnamegerî de kare îstixbaratê dimeşîne.

Di rastiyê de rojnamegerî ji bo kadroyên PKK’ê tenê maske ye. Ji xwe ne rojnamevan in, ew xebatkarên rêxistinê ne “dezgehê çapemenî û ragehandinê wan erkdar dike. 

Rojnews saziyeke ku dijminetîya Herêma Kurdistanê dike

Her wiha rojnamegerî ne qada xebata frîşteyên bê bask e. Kes tenê ji ber ku mirovek rojnameger e, çavên xwe ji tewanên wî re nagire.

 Her wiha divê li Herêma Kurdistanê bi rastî jî rojnamevanên PKK’ê weke dijmin bên ragihandin. Mînak Rojnews weke Tv ya Tirkmenelî û rojnameya Akit heroj êrişî destkeftên Kurdan dike. Çi ferqa van dezgehan di mijara dijminkarîya li ser Herêmê kirin de ji hev nîne.

 Rojnews ne çapemeniyeke Kurdan e, Rojnews dezgeheke ku xizmetkarê Heşda Şebî ye.  Ev dezgeh navenda dijminatiya PKK’ê ya li dijî Herêma Kurdistanê ye. PKK û dijberên Kur dil vî dezgehî de tevdigerin.

Li Silêmaniyê bi cih bûne û weke garanê êrişî herêma Kurdistanê dikin. Tişta balkêş ewe ku li bajarên wekî Hewlêr, Duhok, Soran û Sîdekan nûçegihanên van hene û bi mîkrofonê di destên wan de dixebitin ku propagandaya Heşda Şeibî bikin û kurdan li Iraqê lawaz bikin. Biborin, lê ev helwesta lîberal a Hikûmeta Kurdistanê ye. ev helwesta lîberal ji bo xayinan rêya xwe rêxistinkirinê vedike. Belê mixabin bi dehan saziyên PKK’ê yên xayîn dikarin bi rehetî li Kurdistanê xwe birêxistin bikin.

Demokrasî ne Ji dijminan re azadî yê

Kes çi bêje bila bibêje, her kesê ku Iraq, Tirkiye, Sûriye, Îran, Lûbnan û Misirê nas dike, dizane ku li Rojhilata Navîn cihê ku fikrên herî azad lê dijîn Herêma Kurdistanê ye. Her kes dikare heqaretê û buxtana li serokwezîrê Kurdistanê, partiyên wê, şehîdan û saziyên ewlehiyê bike. Weke mînak ev rêxistina xiyanetkar a bi navê Rojnews ji hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê re dibêje “asayîşa PDK’ê” û ji hêzên Pêşmerge yên ku ev sed sal in şehîdan dide û Kurdistanê diparêze re dibêje “Çeteyên PDK’ê”. Herêma Kurdistanê nas nake, rewabûna wê nas nake, êrîşî hemû dezgehên îdarî-ewleyî dike. Gelo ma ev ne  xîanet e. Ji xiyanetê re mafê azadî û rêxistinbûnê nayê dayîn. Ev dezgehên tarî dijminatiya Herêma Kurdistanê dikin. Yên dijminî dikin ne xwedî azadiya rêxistinbûnê ne, kiryarên dijminan ne pirsgirêka têgehên wekî demokrasî û azadiya çapemeniyê, pirsgirêka ewlehiya neteweyî ye.

Me ji destpêkê ve got ku medyaya PKK’ê dûvika Heşda Şeibî ye. Ji ber vê sedemê Silêman Ehmet ji dema ku hatiye girtin û vir ve kes û rêxistinên Şîe-Haşdî Şabî-Îranî ji bo êrîşa xwe ji xwe re kiriye mertal.

Rêxistina ragihandinê ya Heşdî Şeibî derdikeve û dibêje “Divê rojnamevan bên berdan”. Bêlome, rêxistina herî xwîndar a Rojhilata Navîn heşda Şaîbî behsê mafan dike. Ev dijminên azadî û demokrasîyê jî banga azadiya çapemeniyê dikin?

Demokrasiya PKK’ê weke demokrasiya Koreya Bakur e. Kesê ku slogana “Bijî Serok Apo” ne avêje, dijmine. Li Rojava gel bi darê zorê ji bo protestoyan tên birin, rojnameger tên windakirin, bi dehan kes bûne qurbaniyên cinayetên kiryar nediyar ên PKK’ê. Rêxistineke weke PKK’ê ku ji sedî 40 ê pêşengên xwe bi destê xwe qetil kirine behsa maf û azadiyê dike. Tevgereke wiha dest bi xwîn çawa dikare behsa maf û azadî bike.

RojNews he roj dibêje “Silêman Ehmed hinde roj e girtîye”” û daxwaza “azadiya çapemeniyê” dike. Kesên diaxivin kî ne? Gelê Başûrê Kurdistanê van kesan baş nas dike. Herwiha daxwazeke şaş ji alîyê kî ve bê kirin jî şaş e. Hîtler jî xwedî pesindarên mezin bû.  Kesên ku dema dewleta Tirk Kurdan dikuje, dadikevin kolanan û kêfxweş dibin hene. Em çi bikin, ji ber ku kesek derdikeve û pesnê artêşa Tirk dide, em xwe bêdeng bikin? Naa. Ev bangawazîyên ragehandina PKK’ê gunehên wan sivik nake. PKK’eyî weke garanê êrişî ser dem û dezgehên Herêma Kurdistanê dikin, ma em dikarin bibêjin ev kesane bêgunehin. Çi hincet dijminatiya PKK ê ya li hember Herêma Kurdistanê rewa nake.

Pêşî divê saziyên Herêma Kurdistanê, piştre rewşenbîr û siyasetmedarên wê zirarên ku lîberalîzm û xweşbînîya zêde dide sîstema herêma Kurdistanê baş bibînin. Eger demokrasiya Herêma Kurdistanê zirarê bide paşeroja gel û berdewamiya sîstemê, ew ne demokrasî ye. Ewlehîya statûya herêma Kurdistanê li ser her tiştî da ye.  Hinek demûdezgeh weke êşa penceşêrê ne, heke tu di wextî de midaxile nekî wê belavî hemû laşî bibe û ew laş dê bimire.

Têkoşîna radîkal li dijî van şaneyên ku êrîşî sîstema hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, tê wateya parastina siberoja gelê Kurd. Ev karek e ku mirov pê serbilind dibe, ne tişteke ku mirov jê şerm bike. Çewa ku li hemberî DAÎŞ ê di kozikan de şer hate kirin divê bi wî ruhî jî li dijî van pêkhate û şaneyan bisekinîn, ev kar karekî pîroz û cihê şanazîyê ye. di heman dem  mafekî rewa û karekî bi rûmet e.

Pustên heman beş