Me qetlîama Roboskê ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin

Roboski-28.12.2011

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyek komkujiya Roboskê bibirî anî û tê de ragihand, “Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Roboskê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.”

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PWKê:

Me qetlîama Roboskê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

Şeva 28.12.2011an li Roboskê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.

12 sal li ser qetlîama Roboskê derbas bû.

Ev qetlîama ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatîye kirin, hîna jî weke ”faîlî maçhûl” maye.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Roboskê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Roboskê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye û tu carî ji bîr nabe.

Em vê qetlîamê şermezar dikin.

Em şehîdên Roboskê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

Pustên heman beş