Li şûna jiyanê bo zarokan misoger bike, mirinê pêşkêşî wan dike

cenan-ebduleziz-pkk-hpg-hpj-kck-ocalan-apo-mit-turkey-kurd-cemil-bayik-qarayilan-net

Kuştina zarokên Kurdan di nava PKKê de pirseke bê dawî ye, “Cenan” yêk ji qurbaniyên din e ku vê partiya zarokkuj fedayê botê xwe “Zilamê Îmraliyê” kirî.

Roj derbas nabe heger tewana kuştin yan revandina zarokekî Kurd di nava PKKê de îfşa nebe, ev rêxistina kirêgirtîya dewletên dagîrker zarokên Kurdan direvîne, dixapîne û berê wan ji boy “Zilamê Mîtê” dide mirinê.

Îro roja pêncşemî 28/12/2023ê medyaya PKKê, wêneyên “Cenan Ebdulezîz” ya zarok parvekirin û li ser nivîsandiye: “Hevrêya me ya Apoyî şehîd bû, fedayê Apo bû, ew bi rastî jî layîqî Apo derket”.

“Cenan” weke di wêneyan de xweya hêjan di temena zaroktiyê de ye, PKKê ew ji “Aydinê” bir û piştî mejîkê wê bi derewên jiyana azad, xeta jinê û demokrasî û berxwedanê şûştî, ew li Zapê bi destê artêşta dewleta Tirk, da kuştin.

Qedera zarokên Kurdan di PKKê de mirina ji boy Apo ye

Gelo em dipirsin qey negunehe zarokên weke Cenanê di berxwedaneke bê wate û bê encam de werin feda kirin? Û rêberên PKKê yên ku mîna daynesoran lê hatî di şkeftên Qendîlê û vîlayên xwe yên li Silêmaniyê de razay bin? Qey kîjan rêxistin û partiya Kurdî bi zarokên wisa şerê dewletên Dagîrker kirî ye? Gelo xwîna Cenanê ji boy çi hate rijandin?

Li şûna PKKe jiyanê ji boy zarokên Kurdan misoger bike, mirinê pêşkêşî wan dike. Di nerîna PKKê de zarokên Kurdan sotemenya şerin, fîşeka li ber tivengê ne, PKKê yêk qeder bo zarokên Kurdan nivîsandiye ew jî mirina ji boy Ocelan.

Pustên heman beş