Ji ber êrîşên Tirkiyeyê nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane

Ji ber êrîşên Tirkiyeyê nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya ragihand, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyeyê, li 712 dibistanan perwerde rawestiyaye.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî îro li bajarê Reqayê di daxuyaniyekê de ragihand, êrişê Tirkiyeyê bandorek mezin li ser perwerdeyê çêkiriye û bi taybetî li herêmên sînorî.

Diyar kir jî, li herêmên Cizîr, Kobanê, Efrîn û Şehbayê li 712 dibistanan perwerde rawestiyaye û 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Amaje bi wê jî da, artêşa Tirkiyeyê çapxaneya Sîmav ku pirtûkên dersan çap dike bombebaran kir û 5 xebatkarên wê canê xwe jidest dan.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 24ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gorî amaran jî heta niha 8 kesan canê xwe jidest dane, hejmarek kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin derketine.

Pustên heman beş