Rojava di nava agir de ye, PKK jî ketîye derdê propagandeya xwe

Rojava di nava agir de ye, PKK jî ketîye derdê propagandeya xwe

Rojava di bin agirê dewleta Tirk de dişewite, PKK jî bi darê zorê gel derdixîne kolanan, dixwaze gel wêneyên Ocalan bihejîne û dirûşmeyan biqîre. Ragehandina PKK’ê ya Rojava Hawar News bi sernavê “Gel piştgirî dide gerîla û çalakiya wan” bi vî şêwazî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gel rewa dike.

Rojava du caran di bin bomberdûmana dijwar a dewleta Tirk de ma.

Rojava vê payîzê du caran rastî bordûmanên dijwar hat. Ya yekem di destpêka Cotmehê de pêkhat. Li hemberî êrîşa xwekujî ya PKK’ê ya li Enqereyê, li Rojava bi dehan binkeyên aborî û enerjiyê hatin bordûman kirin. Niha jî rêveberiya Rojava ragihand ku dewleta Tirk ji 25 ê Kanûnê û vir ve 72 binkeyên jîyana civakî xistiye. Dewleta Tirk santralên enerjiyê, kargeh û binkeyên aborîya civakî dike armanç. Gel di nava tirseke mezin de ye û ji bilî pirsgirêkên ewlehî, aborî, bê ceyranî û sotemenîya baha giran gelê Rojava rastî travmayên derûnî tê. Êrîşa dewleta Tirk a bi hinceta PKK’ê ya li ser gel, statûya Rojava jî dixe bin metirsîyê.

Dewleta Tirk êrîşên li ser Rojava bi kiryarên terorîstî yên PKK ê ve girê dide û ev êrişên Tirkan ji aliyê cîhanê ve asayî tê qebûlkirin.

Di bin êrişên dewleta Tirk de, Hawar News, bi gel re hevpeyvîna çêdike û dixwaze xelk piştgirîya xwe bo çalakîyên gerîlla ragehinin. Bi îhtimaleke mezin kesên ku diaxivin kesên ku berê di nava Komîteyên PKK’ê de cih digirî ne. Loma jî her tiştê ku nûçegihan ji wan bixwaze ew ê wê gotinê bibêjin.

Lê ya ku divê Rojava bike ew e ku ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne ku ew tevgereke gel a rewa ne. Lê PKK Rojava ji bo xwe cihekî stratejîk û girîng dibine. Fermîbûna statûya Rojava ji bo berjewendiyên partîya xwe xeternak dibine. Mixabin hemû baca şerê PKK’ê xelkê Rojava dide. Çalakîyên PKK’ê zirarekî mezin di gihînin Rojava.

Pustên heman beş