Cezayê parvekirina Ala Tirkiyê ya neviya Şêx Seîd hate betalkirin

Cezayê parvekirina Ala Tirkiyê ya neviya Şêx Seîd hate betalkirin

Cezayê dadgehê yê parvekirina ala Tirkiyê ku ji neviya Şêx Seîd, Noşîn Firat re hatibû dayîn, piştî nerazîbûna raya giştî ya Kurd û îtiraza Baroya Diyarbekirê hate betalkirin.

Noşîn Firat ji ber parvekirinên medya civakî li navçeya Xinis a Erziromê hatibû girtin, Dadgehê bir mercê kontrola edlî û her roj parvekirina ala Tirkiyê li ser medya civakî ew serbest berdabû.

Piştî dayîna cezayê parvekirina Ala Tirk, bi taybet ji aliyê raya giştî ya Kurd ve nerazîbûn û bertekên zêde hatin nîşandan û Baroya Diyarbekirê jî doh 28ê Kanûnê giliyê dadgerê dadgehê li Desteya Bilind a Dozger û Dadweran vekir.

Baroya Diyarbekirê îro 29ê Kanûnê ragihand ku li ser îtiraza wan a li ser wî cezayê bo Noşîn Firatê hatibû sepandin, biryara heta 30 rojan parvekirina ala Tirkiyê li ser hesabê medya civakî hatiye betalkirin.

Hêjayî gotinê ye, Noşîn Firat neçar mabû li ser hesabê platforma medya civakî Xê rojê carekê ala Tirkiyê parve bike, ji ber ku dadgehê ji bo neyê girtin ew merc danîbû.

Herwiha nijadperestên tirk jî piştî parvekirina ala Tirk ji aliyê Noşîn Firat ve gelek şîroveyên heqaretê û nijadperestiya dijî Kurdan di bin parvekirina wê de kiribûn.

Pustên heman beş