PKKê mirina vê keçê jî ji tîrmeha sala bûrî ve veşartibû

Selma Hesen-pkk-jin-kurd-net

Nasnameya keçeke din a di nava refên gerîla de aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li tîrmeha sala rabûrî 2023an daye kuştin û ji nû ve mirina wê îfşa bû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja çarşemî 3\1\2024ê nasnameya çekdareka xwe aşkere kir ku li 12 tîrmeha sala rabûrî 2023ê li herêma Besta ya li bakurê Kurdistanê, bi destê artêşa dewleta Tirk da bû kuştin û ji nû ve hatiye û mirina wê îfşa kirî ye.

Ev keç bi navê Selma Hesene û HPGê di pesnê wê de gotiye ku Selma hêjan zarok bû wexta ku bi nirxandinên Apo yên derbarê jinê bibandor bûy, ew bû milîtaneke Apoyî, canê wê fedayê Apo bû, ew bi rastî layîqî Apo derket!.

Selma yeke ji sedan keçên Kurdan yên ku PKKê mejîkê wan şûştî û xapandî û piştire berê wan daye mirinê, PKKe keçên Kurdan bi navê jiyana azad û derewên weke azadî û xeta jinê û şorşa jinê di xapîne, li gorî amarên ku tên ragihandin xweya dibe ku çi dewletên dagîrker bi qasî PKKê keç û jinên Kurd nekuştine, jina Kurd qurbanîya herî mezin a destê vê rêxistina neKurd e.

Pustên heman beş