Mîtê kuştina kadroyekî din yê PKKê li Silêmaniyê ragihand

Sadq Şêx Ehmed -slemani-net

Dewleta Tirk îro kuştina kadroyekî din yê PKKê li Pêncwîna Silêmaniyê ragihand ku bi Sadq Şêx Ehmed tê nas kirin, medyaya PKKê jî gotibû ku Şêx Ehmed li 24 kanûna sala rabûrî li gel berpirseka rêxistinê ya ast bilind hatibû kuştin.

Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê dewleta Tirke, ragihand ku di operasyoneke MÎTê ya yek derbî de, çekdar û kadroyê PKKê Sadq Şêx Ehmed bi navê kod Êrîş Berxwedan li sînorê Pêncwînê ya Silêmaniyê hatiye kuştin.

Ajansa Anadoluyê îro roja pêncşemî 4\1\2024ê kuştina Sadq Şêx Ehmed righand û got wî bi berpirsên ast bilind yên PKKê herket dikir, medyaya PKKê jî ragihandbû ku Sadq Şêx Ehmed li 24 kanûna 2023ê li Pêncwînê li gel fermandara YPJê ya bi navê Aryen Arê hatibû kuştin.

Ji destpêka kanûna sala rabûrî ve, nêzî 10 fermandar, kadro û berpirsên PKKê yên ast bilind li sînorê Silêmanyê û her wiha Rojava Kurdistanê di êrîşên MÎTê de hatine kuştin.

Pustên heman beş