Dironekê fermandarê tevgera Nuceba Ebo Teqwa û cêgirê wî li Bexda kuştin

Ebo Teqwa Seîdî-Drone-Hashid Shabi-nujaba-net

Dironekê baregeha tevgera Nuceba ya ser bi Heşda Şabî ve kir armanc û di encamê de 2 serkirde hatin kuştin, yêk jê bi navê Ebo Teqwa Seîdî tê naskirin ku fermandarê lîwaya 12 ya tevgera Nuceba ye.

Danê nîvro 4/1/2024ê dironekê baregeha tevgera Nuceba ya ser bi Heşda Şabî ve li kolana Filistîn ya Bexdayê kire armanc.

Medyaya nêzîkî Heşda Şabî dibêjin, ev êrîş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin û tê de du serkirdeyên wê tevgerê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku yek ji wan kuştiyan, fermandarê lîwaya 12 a tevgera Nuceba Ebu Teqwa Seîdî û cêgirê wî yê bi navê Talib El Seîdî û her wiha 6 çekdarên din jî birîndar bûne.

Kovara Amerîkî “Newsweek” di dawiya meha borî de hişyariyeke nû ya rasterast ya tevgera El-Nuceba ya Îraqê bo serokê Amerîka Joe Biden belav kirbû ku tê de bang li wî kir ku hêzên Amerîkî ji Îraqê vekşîne, yan jî dê leşkerên Amerîkî bi perçe perçe bo malbatên wan hên vegerandin.

Pustên heman beş