Di navbera Ak Partî û Dem Partî de hevdîtin çêbûne

Di navbera Ak Partî û Dem Partî de hevdîtin çêbûne

Nîqaşên derbarê egera tifaqa navbera Ak Partî û Dem Partî de ya bo hilbijartinên herêmî berdewam e. Çavdêrên siyasî balê dikêşin navbera Ak Partî û Dem Partî de hevdîtin çêbûne, lê hîn jî encamek jê derneketiye ji ber ku bi CHP re jî hevdîtin hene û Dem Partî daxwaza gerentiyê ji aliyan dike.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî nîqaşên ser tifaqan zêdetir dibin û di pêvajoya hilbijartinê de yek ji mijarên gelek tê nîqaşkirin îxtîmala tifaqa Ak Partî Dem Partî ya bo hilbijartinên şaredariyên metropolan e ku akademîsyen balê dikêşin aliyek dixwaze Dem Partî piştgiriya Ak Partiyê bike da ku Ak Partî ji bin bandora MHPê derbikeve lê divê neye jibîrkirin ku Ak Partî êdî ne Ak Partiya berê ye û ji axaftinên Ozgur Ozel xuya dibe ku DemPartî bêhitr nêzîkî CHP ye.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle yê Beşa Zanistên Siyasî Vedat Koçal ji K24ê re got: “Me jî bihîstiye ku navbera Ak Partî û Dem Partî de hevdîtin çêbûne, qasî ku ez dizanim Ak Partiyê ji Dem Partî re gotiye, ‘ji xwe diyar e dê li Diyarbekir Dem Partî bi ser bikeve û bila Dem Partî nazmedek wisa nîşan nede ku hikumet neçarî danîna qeyum bibe.’ Bi nêrîna min niha Dem Partî nêzîkî CHP ye û ez texmîn dikim ku dê Dem Partî li Stenbolê namzet nîşan nede.”

Çavdêrên siyasî û mafnas jî amaje dikin ku rewşa Dem Partî tê de ye ne rewşek hêsan e ku hem naxwaze xeletiyên berê dubare bike û hem jî dixwaze helwestek wisa nîşan bide ku di berjewendiya gelê kurd de be.

Çavdêrê siyasî û mafnas Sedat Yûrtdaş dibêje: “Divê Dem Partî bi kîjan partîyê re dibe bila bibe bikaribe bikeve nava bazarê de û d diyalogê de be da ku bikaribe berjewendiyên gelê kurd biparêze. Ji ber ku rabirdûyê de têkçûnên û windakirinên mezin çêbûn.”

HDPê hilbijartinên 2019an de Stenbolê piştgiriya CHPê kir CHP bi ser ket lê HDP tiştek bi dest nexist, hilbijartinên sala borî de dîsa piştgiriya CHPê kir lê dîsa tiştek bi dest nexist, vê carê çavdêr balê dikêşin Dem Partî piştgirya kî bike bila bike divê gerentiyek destkeftê bistîne.

Pustên heman beş