Serokkomarê Îranê: Qasim Suleymanî nehişt ku Îsraîleke din ava bibe

Qasim Suleymanî nehişt ku Îsraîleke din ava bibe

Serokkomarê Îranê li Kirmanê Amerîka û Îsraîl bi destwerdana di teqînên Kirmanê de tometbar kir û ragihand ku plana Amerîkayê ya avakirina Îsraîleke din li herêmê ji aliyê Qasim Suleymanî û hêzên berxwedanê ve hatiye pûçkirin.

Serokkomarê Îranê Reîsî di rewrisma veşartina kesên di teqîna Kirmanê de hatîn kujtin, behsa rola fermandarê berê yê Supaya Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî di bihêzkirina Îranê li herêm û cîhanê kir.

Îbrahîm Reîsî diyar kir ku DAIŞ bi destê Îsraîlê hatiye avakirin û got:

“Rejîma Siyonîst dixwest bi navê Îslamê li herêma me xîlafeta Îslamî ava bike, li wir (Filistîn) di bin navê cihûtiyê de û li vir jî bi navê îslamê.

Li Îraq û Sûriyeyê dixwest ku DAIŞa xwe wekî xîlafeteke Îslamî ava bike lê Suleymanî tevgereke berxwedanê ya herêmî li dijî wan ava kir.”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di berdewama axavtina xwe de got:

“Plana Amerîkayê ya avakirina rejîmeke din a Siyonîst li herêmê ji aliyê Hacî Qasim û hêzên berxwedanê ve hat pûçkirin. Hacî Qasim Suleymanî nehişt ev plana Amerîkiyan bi ser bikeve.

Wî karekî mezin kir, kîn û nefreta Amerîkiyan, rejîma Siyonîst û birîkarên wan ên li herêmê li hemberî Hacî Qasim, navê wî, rêya wî û ziyaretkarên mezargeha wî, sedema kiryarên terorîstî yên wan e.”

“Îsraîla duyem” an jî “Îsraîleke din” ev têgeh piştî referandûma 25ê Îlona 2017an a li Başûrê Kurdistanê zêdetir tê bikaranîn.

Pustên heman beş