Qedera zarok û ciwanên Kurdan di nava PKKê de tenê mirine

3 kec xort-pkk-kurd-hpg-kck-turkey-net

Rêxistina PKKê li du rojên rabûrî nasnameya 3 çekdarên xwe yên din îfşa kir ku ew jî weke bi sedan rêhevalên xwe mirina wan veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên înî û şemî 5 û 6/1/2024ê nasnameya 3 çekdarên xwe yêk jê jin aşkere kir ku li 29 kanûnê û 26 cotmehê yên sala rabûrî 2023ê li sînorê Mêrdînê û her wiha li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Îslam Şêxmûs ji Amedê.

Ozgur Ednan ji Mêrdînê.

Ajda Heqî ji Mûşê.

HPGê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew Apoyî bûn û fedayê Apo bûn, angu xwîna wan bi feda ji boy Zilamê li Îmralyê dîtiye.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş