Di sala rabûrî de bi sedan tewan li navçeyên jêr desthilata Rêveberîya Xweser li Rojava Kurdistanê pêkhatine, 50 jê li ser destê HSDê û artêşa dewleta Tirk hatine encam dayîn.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan bîlançoya sala 2023an ya şer û pevçûn û tewanên ku li navçeyên jêr desthlata Rêveberîya Xweser çêbûne parvekir li gorî wê 50 sivîl, 10 jê zaro û 9 jin li ser destê Hêzên Sûryeya Demokratîk û artêşa Tirkiyê hatine qetil kirin.
Li gorî Rwangehê di sala 2023an de, 23 sivîl, 8 jê zaro û 4 jin bi gulleyên raste rast yên çekdarên HSDê hatine kuştin.
Li himberî vê hejmarê, 27 sivîl, du jê zaro û 5 jin bi êrîşên balafirên keşfê yên dewleta Tirk hatine kuştin.
Bi tevahî di sala 2023an de 67 zarok, 37 jin û 230 zilam û ciwan li navçeyên Rêveberîya Xweser hatine kuştin.